Kamûran Berwarî: Armanca êrîşan qirkirina statuya Kurdî ye

Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikirê Demokratîk a Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku armanca êrîş û kirinên dewleta Tirk a dagirker ew e ku Kurdistanê bi giştî dagir bike.Parêzer Kanebî Bapîr û welatiyên Helebcayê jî banga berfirehkirinaqadên nerazîbûnê kirin. 

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê de li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastina Medyayê dest bi êrişên dagirkeriyê kiriye.

Gerîla jî li hember van êrîşan bi berxwedaneke mezin têkoşînê dikin û derbeyên gelekî giran li dagirkeran dixin.

Derbarê van êrîşan cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikirê Demokratîk a Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku armanca êrîş û kirinên dewleta Tirk a dagirker ew e ku Kurdistanê bi giştî dagir bike, destkeftiyên gelê Kurd têk bibe û tiştek bi navê kurdiyatiyê nehêle.

Dr. Berwarî da zanîn ku êrîşên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tên kirin, armanca wan a sereke qirkirina Kurdan e ji ber ku PKK’ê ji bo Kurdistaneke azad û rizgar şoreşê dike.

Kanebî Bapîr: Tirkiyê bi hinceta PKK’ê dixwaze behdînanê dagir bike

Têkildarî heman êrîşan, Parêzer Kanebî Bapîr jî ji ajansa Rojnews’ê re axivî û piştrast kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi hiceta şerê li dijî PKK’ê, dixwaze mîna Biradostê çend deverên Dihokê dagir bike.

Bapîr anî ziman ku dewleta Trik van êrîşan pêk tîne da ku şikestina xwe ya di warê dîplomasî de veşêre û kîna xwe ya derbarê erêkirina komkojiya Ermenan ji aliyê Amerîkayê ve, di wir de derxîne.

Şêniyên Helebcayê banga helwesete giştî li dijî dagirkeriyê kir

Berpirsê Komîteya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Helebce Seman Mihemed jî ev êrîş şermezar kirin û daxwaza nîşana hewesteke cidî li hemû partiyên Kurdistanê kir.

Her wiha şêniyên heman bajarî banga berfirehkirina qadên nerazîbûnê li dijî êrîşên dagirkeriyê kir.

Back to top button