Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bang li herkesî kirin ku qadan dagirin û li dijî êrîşan û faşîzmê têkoşînê bilind bikin.Di daxuyaniyan de hat diyar kirin di vê rewşa coşiya 1’ê Gulanê de dijminê faşîst-qirker hewl dide bi êrîşên dagirkeriyê îmhayê li ser Kurdan ferz bike û hat gotin, “Roj roja têkoşînê ye, roj ew roj e ku dijmin li Zapê û li Zagrosê were fetisandin.”
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, 1’ê Gulanê li dijî modernîteya kapîtalîst ku dijminê ked û civakê ye û roja hildana ala sosyalîzmê ye.
KCK’ê ev roj li hemû kedkarên cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdan pîroz kir.
KCK’ê hemû şehîdên 1’ê Gulanê û têkoşîna kedê bi bîr anî.
KCK’ê anî ziman ku 1’ê Gulanê roja têkoşîneke mezin e û got:
“1’ê Gulanê ya li ser xeta azadîxwaziya jinê wê bibe roja yekîtî û piştevaniyê ku dawiya modernîteya kapîtalîst nêz dike.
Di vê 1’ê Gulanê de yekîtî, piştevanî û têkoşîna gel û kedkadaran divê dawiya vê desthilatê nêz bike.
Hemû qadên Kurdistan û Tirkiyê divê bibin qadên 1’ê Gulanê.”
Li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya li Tirkiyê ku dixwaze qira Kurdan bîne û heta niha ji berbelavbûna vê nexweşiyê berpirs e, KCK’ê got:
“Gelê Kurd jî divê bibîne ku desthilata AKP-MHP’ê şerê qirkirina Kurdan daye destpêkirin, li dijî vê desthilatê li cem gerîla bisekine.
Kedkar, gel, jin, ciwan û hêzên demokrasiyê divê mil bidin gelê Kurd, li dijî vê desthilatê têkoşînê geş bikin û dawî li vê desthilatdariya faşîst bînin.”
1’ê Gulanê wê hilweşîna AKP-MHP’ê zûtir bike
Komîteya Rêveber a PKK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û ev roj li hemû kedkaran pîroz kir.
PKK’ê bi boneya 1’ê Gulanê hêviya serkeftinê ji bo her kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re kir.
PKK’ê da zanîn ku 1’ê Gulanê wê pêvajoya hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê zûtir bike û got,
“Em ê bi têkoşîneke mezin faşîzma AKP-MHP’ê li Zap û Zagrosê binerd bikin. Dagirkirina qadên gerîla wê hêsan nebe, hêzên dewleta Tirk a faşîst ketine xefika gerîla, erdnîgariya Zagrosê ya bi heybet wê ji wan re bibe goristan.
Em ê Şoreşa Azadiya Jinê geş bikin, her cure paşverûtiya zilamê serwer hilweşînin û bi vê bingehê em jiyana azad û civaka demokratîk ava bikin.”
PKK’ê bang li gel, karker û kedkarên Tirkiyê, jin û ciwanan kir ku ji bo hilweşandina dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst qadan dagirin.