Li Somalîlandê di şerê 2 hefteyan de 96 kes hatine kuştin

Li Somalîlandê di nava du hefteyên dawiyê de şerên dijwar pêk tên. Di encama şerê navbera çekdarên girêdayî hikumeta Somalî û hêzên alîgirên serxwebûnê de, herî kêm 96 kes hatin kuştin.

Li herêma Las Anod a Somalîlandê du hefteyên dawî şerekî giran diqewime.

Midûrê nexweşxaneyeke xwecihî Ahmed Mûhammed Hasan ji AFP’ê re axivî û got: Di şerê navbera çekdarên ser bi hikumeta Somalî û hêzên alîgirê serxwebûnê de 96 kes hatine kuştin, 560 kes jî birîndar bûne.

Hikumeta Somalîlandê hefteya derbasbûyî bi yekalî agirbest ragihandibû.

Hikumet ji şer milîsên ser bi hikumeta Somalî berpirsyar dibîne.

Şer meha derbasbûyî piştî kuştina karsazekî xwecihî destpê kir.

Çekdaran piştî vê bûyerê xwestin ku Las Anod bi ser Somalî ya cîran ve bê girêdan.

Somalîlandê sala 1991’ê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ji Somaliyê îlan kir.

Somalîland ku li qada navneteweyî kêm tê naskirin, hîn jî ji aliyê gelek dewletan ve weke eyaleteke Somalî tê dîtin.

Back to top button