Îro çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îs ê Şehbayê bombebaran kir.
Di encamê de, zarokek û şêniyek birîndar bûn.
Çeteyên Artêşa Tirk a dagirker yên li bajarokê Mari, gundê Şêx Îs a herêma Şehbayê, topbaran kir.
Li gorî agahiyên herêma Şehbayê, çeteyên arêtşa Tirk a dagirker seat 13:00 gund topbaran kir.
Topek li navenda gund ket.
Di topbaranê de zarokek û şêniyek birîndar bûn.
Kesên li derdor jî ew rakirin nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya Şehbayê.
Navê kesên birîndar bûne jî wiha ne;
Mihemed Hec Omer (9)
Hisên Ehmed (52) ye.
Li gorî agahiyên ji xebatkarên tenduristiyê hatine girtin, rewşa Hisên giran e.