Nadine Menza: Divê Amerîka Rêveberiya Xweser nas bike

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya li Amerîkayê diyar kir ku ji ber felsefeya wê ya pir-olî, pirçandî, demokratîk û wekheviya her du zayendan, fikira naskirina pergala Rêveberiya Xweser di Amerîkayê de gelek zêde bûye. Li ser vê bingehê jî Nadine Menza bang li Amerîkayê kir ku Rêveberiya Xweser nas bike

Nûnera Amerîkî Nadine Menza diyar kir ku rêveberiya Biden têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser re bi pêş xistiye û bang li Waşingtonê kir ku Rêveberiya Xweser nas bike.

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Menza ji beriya çend rojan hatiye serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevdîtinên xwe bi saziyên Rêveberiya Xweser re berdewam dike.

Nadine têkildarî encamên rapora Desteya Azadiyê ya Navneteweyî ya Amerîkayê ya derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku piştî hevdîtina xwe ya yekemîn radestî hikumeta Amerîkayê kiribû, bersiv da pirsên ajansa nûçeyan Hawarê.

Menza derbarê pêşniyar û encamên rapora 2019’an a ji bo pergala Rêveberiya Xweser, ev agahî da:

“Me di rapora xwe de xwest ku Tirkiye ji Bakur û Rojhilatê Sûrî were derxistin, ji ber ku herêm dagir kiriye.

Me ji rêveberiya Amerîkayê xwest ku bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser nas bike.

Me pêşniyar kir ku aloziya Sûrî li gor biryara NY ya 2254 were çareserkirin”.

Nadine teqez kir ku Waşington bi awayekî erênî nêzî van pêşniyara bû û gelek endamên Kongreya Amerîkayê diyar kirin ku Bakur û Rojhilatê Sûrî hêjayê naskirina siyasî ye.

Nûnera Amerîkî da zanîn ku beriya niha têkiliyên DYA tenê bi QSD’ê re bû, lê niha rêveberiya nû ya Amerîkayê, têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xwesr re bi pêş xistiye.

Nadine Menza diyar kir ku pergala parastina pirçandî, pir-olî û azadiya di navber her du zayendan de her kes matmayî hiştiye û ji ber wê jî desteke ji bo naskirina pergala Rêveberiya Xweser gelek zêde ye.

Menza da zanîn ku destpêkê Amerîka di wê baweriyê de bû ku dê Rêveberiya Xweser demkî be, lê dema serkeftina QSD’ê li hember DAIŞ’ê dît û pergala wê nas kir, ev siyaset guherî.

Back to top button