Li dijî çeteyên DAIŞ’ê û ji 7 aliyan ve, Hêzên Iraqî operasyoneke ewlehî ya berfireh da destpêkirin.
Ev operasyon hemwextî operasyona leşkerî ya dij-Teror li çiyayên Hemrînê; hat.
Şaneya Ewlehiyê bi daxuyaniyekê ragihand “Fermandariya Operasyonên Enbarê ji 7 aliyan ve ji bo girtina sûcdaran û pêkanîna ewlehiyê; dest bi operasyonê kir.
Di operasyonê de û li gorî daxuyaniyê, heta niha motorsiklêtekê bombekirî, 16 topavêj û teqemeniyek ji bermaiyên çeteyên DAIŞ’ê hatine desteserkirin.
Ev operasyonên li Iraqê heta niha û bi piştevaniya Koalîsyona Navdewletî, dawî li jiyana gelek çeteyên DAIŞ’ê ji wan serçete jî, aniye.



