Li Amedê 3 jinên din ên çalakger hatin girtin

Girtin û binçavkirin taybet a jinan, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her hene.. Ji 26 jinên ku ji aliyê polîsên Tirk ve li Amedê hatine binçavkirin, 11 jin hatin girtin. 

Di 5’ê Nîsanê de li dijî rêxistinên jinan operasyon hat destpêkirin û hingî 26 jin hatin binçavkirin.

Ji wan, çalakgera Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn û endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg û Rabîa Tekas, bûn.

Niha jî ev her sê jin ji aliyê Dadgeha Cezayê Silhê ya Nobedar ve bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatin girtin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê.

Bi vî rengî hejmara jinên di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin girtin, gihişt 11 kesî.

Back to top button