Li Derayê li du aliyan hêzên hikûemtê hatin hedefgirtin

Çekdarên nenas li Derayê bi çekên navîn û mayînan hêzên hikûmeta Şamê hedef digirin. Artêşa Israil bajarê Şamê û derdora wê bembebaran kirin di encamê de 16 kes hatin kuştin.

Rewşa tevlhev ya li Sûriyê dewam dike..

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku erebeyek leşkerên hikûemtê li ser riya El-Zîraî الزراعي ya li gundewarê bakurê Derayê, bi mayînekê taqiya.

Li aliyekî din, çekdaranên nenas benda kontrolê ya hêzên hikûmeta Şamê ya li taxa Balafirxaneyê ya li Derayê bi bombeyek destan hedefgirtin.

Heta niha der barê ziyanan de encam nehatine belavkirin.

Êrişên Îsrayîl li Sûrî: Zêdeyî 15 kesan hatin kuştin

 

Back to top button