“Partiya Çepên Kesk wê di pirsgirêka Kurd de pêvajoyeke nû bide destpêkirin”

Serokê Rûmetê yê HDP’ê û Endamê Rûmetê yê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku dengek zêde ji bo têkbirina AKP’ê girînge û got,”Berpirsyariya me ye ku em di vê pêvajoyê de bi ser bikevin”

Serokê Rûmetê yê HDP’ê û Endamê Rûmetê yê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Ertûgrûl Kurkçu li ser hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Kurkçu diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî têkbirina faşîzmê heye û ev tişt anî ziman:

” Di mijara çareseriya meseleya Kurd de em dixwazin muxatabên nû bibînin, pêvajoyeke nû bidin destpêkirin.

Berpirsyariya me ye ku em di vê pêvajoyê de bi ser bikevin.”

Kurkçu balkişand li ser girîngiya dengdana li Ewropayê û got:

“Her dengekî ku li Ewropayê ji Partiya Çepên Kesk re bê dayin wê bike ku faşîzm hilweşe û deriyên Tirkiyeyê bêne vekirin.

HDP’ê bi saya dengên ji Ewropayê 2 wekîl zêdetir wergirt. Li Ewropayê nêzî 3 milyon hilbijêr hene.

Bi dengekî bi tenê jî em ê karibin rêya hilweşandina faşîzmê destnîşan bikin.”

Back to top button