Bazarên qirêj ên Swêd û Tirkiyê

Bi hezaran kes li bajarê Molmo yê Swêdê ji bo bazarên qirêj ên di navbera Swêd û Tirkiyeyê de şermezar bikin meşiyan û piştgirî dan gelê Kurd.

10 rêxistinên sosyalîs, anarşît ên Swêdê de meş pêk anîn.

Di meşê de dirûşmeyên “Kapîtalîzm teror e, ne PKK”, “Em ê Erdogan têk bibin, parastina me PKK ye” û “Tevahiya Molmoyê bi PKK’ê re ye” hatin berzkirin.

Çalakvanan di çalakiyê de bal kişandin ser bazirganiya dewleta Swêd û Tirkiyeyê yên li ser Kurdan û qanûna ku wê îro li dijî kurdat li welat bikeve meryetê.

Ev qanûn di nava raya giştî de weke “Qanûnên Erdogan” tê zanîn, hat şermezarkirin û peyama ku wê bibin piştevanê Kurdan hate dayîn.

Bazirganiya qirêj ên di navbera Swêd û Tirkiyeyê de bi tundî şermezar kirin.

Back to top button