Bi dirûşma “Em 1’ê Gulanê li kedkarê yekem Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin”, saziyên Civaka Sivîl bi koordîneya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şahiyek li dar xist.
Şahî li qada Cebanat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin.
Endama saziyên civaka sivîl û Yekitiya Mamosteyan a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Zozan Dehar axivî û destnîşan kir ku Yekitiya Kedkaran girîng e da ku civakeke serkeftî û saxlem ava bikin.
Zozan Dehar diyar kir ku weke têkoşer, şervan û berxwedêr welat diparêzin, karker jî roleke mezin di tevna civakî de dilîzin.
Hevseroka Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sêvîn Emonî got:
”Sêvîn da zanîn ku şoreşa Rojava, şoreşa karker û kedkaran vejand”
Sêvîn Emonî diyar kir ku ew ê tevahî komployên li dijî vîn û biryara civakî di nav de biryara karkeran û mafên wan, têk bibin.
Di dawiya şahiyê de, beşdaran li ber stranên koma Berxewdan govend gerandin.