Ji ber dorpêça li ser kantona Şehbayê belavkirina nan û avê jî radiweste

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya kantona Efrîn û Şehbayê hişiyarî kirin ku eger dorpêça hikûmeta Şamê dewam bike wê dayîna avê û karê firinan li Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê raweste.

Ji ber dorpêça ku zêdetirî 9 meh e li ser kantona Şehbayê hatiye ferzkirin, sotemenî tune ye, xebatên xizmetguzariyê û bi taybet jenerator hatin sekinandin.

Ji ber wê yekê di warê jiyanî de gelek pirsgirêk derketine.

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Mihemed Şêxo diyar kir ku heke dorpêç bidome ne tenê dayîna avê, lê belê wê 174 erebeyên ku ava vexwarinê li şêniyên belav dikin jî ji xizmetê derkevin.

Helbet ev yek jî bi hatina havînê re û li gel zehmetiya peydakirina avê, xetereyê li ser jîngeh û tenduristiyê çêdike û dibe ku di nava şêniyan de nexweşî belav bibin.

Şêxo destnîşan kir ku ji ber dorpêçê wan heta niha dest bi bi pêkanîna projeyên 2023’an nekiriye.

Back to top button