Artêşa dagirker gundewarê navçeya Şêrawa, Şera û Şehbayê topbaran kir

Çete û leşkerên artêşa dagirker careke din gundewarê Şêrewa, Şera û Şehbayê topbaran kir.

Doh êvarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

Artêşa dagirker heman wextê gundê Tinibê ya navçeya Şera jî bi Doçka gulebaran kir.

Topbarana artêşa dagirker heta danê sibê berdewam kir.

Hate ragihandin ji ber topbaranê ziyan gihiştiye erd û zeviyên şêniyên li herêmê.

Back to top button