Li Hesekê pez tên derzîkirin

Demên dawiyê di nava pez de nexweşiya jehrîbûna xwînê berbelavbibû..
Ji bo vê yekê Gerînendetiya Sewalvaniyê ya Hesekê derziyên Enterotoxemia bê pere dan xwediyên pez.

Gerînendetiya Sewalvaniyê ya Hesekê ev derzî bê pere dan xwediyê pez, da ku vê nexweşiyê derbas bikin.

Li ser mijarê Hevserokê Gerînendetiya Sewalvaniyê ya Hesekê Kawa Şêxo axivî û got:

Me parên xwe yên derziyên Enterotoxemia di destpêka Adarê de wergirtin..

Heta niha me nêzî 500 qutiyên derziyan wergirtin û em belav dikin.

Ji bo wergirtina deriziyan jî divê xwediyên pez serî li yekîneyên şêwirê bidin ku derziyan wergirin.”

Şêxo eşkere kir ku derziya Enterotoxemia dihêle sewal û pez xurt bin û li hember nexweşiyê xwe ragirin.

Divê hemû xwediyên pez pabendî perspektîfên Gerînendetiya Sewalvaniyê bin û her 6 mehan carekê pezê xwe derzî bikin.

Back to top button