Şerê li Ukrayna: Di depoyên rojavayiyan de çek li ber tinebûn e

Wezîrên Parastinê yên weltên endamên NATO li wê yekê mikur hatin ku di depoyên wan yên çekan de, kêmbûnek pir zêde heye.
Bi gotinek din depo vale dibin.
Amerîka jî eşkere kir ku wan heta niha bêtirî 2 mîlyon guleyên topan şandiye Ukraynayê.

Serokê Komîteya Leşkerî ya NATOyê Admiral Rob Bauer hişyarî da ku welatên rojavayî ji ber piştgirîya cebilxane ya ku ji Ukraynayê re didin, depoyên wan yên çekan vale dibin.

NATO: Hema bêje cebilxaneyên me qediya

Di Foruma Ewlehiyê ya Warşowayê de berpirsê leşkerî yê NATOyê Bauer axivî û got,

“Hema bêje cebilxaneya me qediya.”

Li gorî Admiral Bauer, hem hikumet û hem jî şirketên parastinê “hewce ye ku hilberînê bi lezek pir zûtir zêde bikin.”

Ukrayna her roj bi hezaran topan ber bi eniyên Rûsyayê ve di avêje.

Beşeke girîng a vê cebilxaneyê ji aliyê welatên NATOyê ve tê dabînkirin.

Bauer got;

Welatên NATOyê bi dehsalan di warê leşkerî de têra xwe veberhênan nekirine.

Dema wan dest bi dayîna cebilxaneyên Ukraynayê kirin, di deopyên wan de çek li ber tinebûnê ne.

Îngilistan: Em nikarin ji ber cebilxane qediya şer rawestînin

Wezîrê Parastinê yê Îngilîstanê James Heappey îşaret bi xerçkirina ji sedî 2’ê hilberîna nesafî ya navxweyî ji bo parastinê kir û xwest endamên NATO vê yekê pêk bînin.

Heappey got:

“Tenê ji ber cebilxane qediyaye, em nikarin şer rawestînin.

Divê em Ukraynayê îro, sibe û piştî wê jî vî şerî de bitenê nehêlîn.

Ger em rawestin, ev nayê wê wateyê ku Putin jî wê raweste.

Divê em her roj hewl bidin ku cebilxaneya xwe ji nûve zêde bikin.”

Li gorî daneyên pêşbîniyên sala 2023’an ên li ser malpera NATO’yê, ji nîvê zêdetirî hevalbendiyê di binê sînorê ji sedî 2 de ye.

Li gorî daneyên herî dawî yên NATO’yê, Tirkiye yek ji welatên ku di mijara lêçûna leşkerî de bi qasî hatî xwestin tev nagere.

Swêd: Me beşek mezin a cebilxaneya xwe xerc kiriye

Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pol Jonson jî got;

“Me niha beşeke girîng ji cebilxaneya xwe xerc kiriye.

Û di demeke dirêj de, pir girîng e Ukrayna karibe pêwistiya xwe ya cebilxaneyê ji welatên Ewropayê bigre.

Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê diyar dike ku ji Sibata 2022’an ve bêtirî 300 hezar top radestî Ukraynayê kirine.

Amerîka: Me 2 mîlyon guleyên topa şandine Ukraynayê

Wezareta Parastinê ya DYA’yê jî eşekere kir ku wan di heman demê de bêtirî 2 mîlyon top şandine Ukrayna.

Lê dîsa jî xuya dikin ku ew nikanin li gorî daxwazê ​​bisekinin.

Li gorî analîstan, Rûsya di dema şer de zûtirîn cebilxaneya xwe nû dike.

Back to top button