Pakistan bo koçberan: Heta 1 Mijdarê welat biterikînin

Pakistan ji koçberên li welat bêzar bûye.
Ji bo vê yekê heta mehekê dem daye wan ku ji welat derkevin.
NY jî ji bo van koçberên ku jimara wan bi qasî 2 mîlyonî heyî bertek nîşanî biryarê da û got:
Nabe bê daxwaza wan û tundiyê ev kes ji welat werin derxistin.

Pakistanê ferman da ku hemû koçberên bê belge ku bi qasî mîlyonek û 700 hezarî ye ji welat derkevin.

Jimarek zêde ya van koçberan, ji Efxanistan ya cîranê wê ye.

Îslamabadê gef xwar ku ji 1’ê Mijdarê pê ve biyaniyên bê belge wê bi zorê bên dersînorkirin.

Hikumeta demkî ya bi piştgirîya artêşê diyar kir ku ji ber ji serê salê ve li welêt ji 24 êrîşên xwekujî 14 ji aliyê Efxanîstanê ve hatine kirin, ev biryar girtiye.

Wezîrê Karên Hundir Sarfraz Bugti got;

Ev biryar Efxanistanê ne tenê ji bo Efxanan lê ji bo tevahî koçberên biyanî ne.

Li welat piraniya jimara koçberên biyanî ji Efxanistanê ne.

Bugti destnîşan kir ku koçberên bi qaçaxî li Pakistanê ne, divê beriya 1’ê Mijdarê bi dilxwazî ​​vegerin welatê xwe da ku neyên binçavkirin û bi zorê neyê derxistin.

Hikumet wê xelatê bide kesên cihê koçberên bê kaxez ragihînin

Wezîr diyar kir ku hikumet plan dike ku dest deyne ser mal û milkên koçberên bê belge û wê xeteke telefonê ya taybet ji bo xelatkirina welatiyên ku di vê rewşê de derbarê koçberan de agahiyan bidin, ava bike.

Wekî din, wezîrê Pakistanî got;

Nêzîkî 1,73 mîlyon welatiyên Efxan yên li wî welatî, nexwediyê belgeyên qanûnî ne ku bimînin û bi tevahî 4,4 mîlyon penaberên Efxanî li Pakistanê dimînin.

Piştî aloziya mehên borî ev biyar, sarbûna di navbera têkliyên Îslamabadê û Kabulê de nîşan dide.

NY: Divê veger bi dilxwazî ​​be

Di vê navberê de, Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşanî dema Pakistanê ji bo dersînorkirina nêzî 2 mîlyon “koçberên neqanûnî” dabû û diyar kir ku “divê veger bi dilxwazî ​​û bêyî zextan pêk were.”

Pakistan piştgirê herî xurt ê rêxistina Talîbanê ye ku Efxanistan dike bû.

Di dema hikumeta berê ya Efxanistanê ya ji aliyê Rojava ve piştevaniya wê dihat kirin, de Kabulê ji rewşa teqînên li welat Pakistan sûcdar dikir.

Piştî ku Yekîtiya Sovyetê 1979’an ket Efxanitanê, welatiyên ji ber şer reviyane piranî li Pakistanê bicih bûn.

Back to top button