Rêveberiya Xweser rêzehevdîtin bi parlamenterên Ewropî re kirin

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Ewropa Ebdulkerîm Omer li parlamentoya Ewropayê rêze hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinan li ser rewşa Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê niqaş hatin kirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Ewropa Ebdulkerîm Omer li parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê rêze hevdîtin bi parlementeran kirin.

Di hevdîtinan de buyerên dawî ên li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin niqaşkirin.

Omer di van hevdîtinan de qala aloziya li Sûriyê û rêyên çareseriyê kir û her wiha bal kişande li ser girîngiya hewldanên xebatên siyasî ên ji bo çareseriyê.

Ebdulkerîm Omer: Rêveberiya Şamê naxwaze alozî çareser bibe

Omer destnîşan kir ku di mijara çareseriya siyasî de astengî hene û wiha axivî:

“Hin astengî hene ku nahêlin krîza Sûriyê bi dawî be.

Rejîma Sûriyê çareseriyê naxwaze û hê jî bi rêbazên leşkerî hewl dide welat bi rêve bibe.”

Ebdulkerîm Omer: Divê Rêveberiya Xweser beşdarî xebatên ji bo çareseriyê bibe

Omer diyar kir ku hêzên muxalif jî ji berpirsyarên mezin yên aloziya Sûrîyê ne.

Parlamenterên Ewropî jî diyar kirin ku divê hewldanên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hebin û wiha gotin;

“Pêwîste Rêveberiya Xweser beşdarî hewldanên çareseriyê bibe.

Divê beşdarî hemû civînên navneteweyî yên li ser Sûriyê tên lidarxistin bibe.

Ebdulkerîm Omer: Divê Rêveberiya Xweser beşdarî civînên navnetewî bibe”

Ji derveyî vê yekê çareserî tune û daxwazên gelên Sûrîyê pêk nayên.”

Li ser bîryara Rêveberiya Xweser ya darizandina çeteyên DAIŞ′ê jî parlamenteran ev tişt anî ziman:

“Em vê gava Rêveberiya Xweser fêm dikin.

Ji ber ku piştî hemû fedakariyên ku kirine, li benda hêzên navneteweyî ne ku bi erkên xwe yên rabin.

Ev yek jî ji bilî dewletên welatiyên xwe yên DAIŞ′î yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî ne venegerînin çareser nabe.

Êdî ev li ser Rêveberiya Xweser barekî giran e û dubare îşaretê bi xeteriya vegera terorê dike.”

Back to top button