Artêşa Tirk dîwaran li derdora nuqteyên xwe yên li Girê Spî datîne

Dewleta tirk a dagirker piştî lêkirina dîwarên perçekirina Efrînê ji Sûriyê niha li Girê Spî vê planên pêk tîne. Artêşa Tirk a dagirker li derdora nuqteyên xwe yên li Girê Spî ava kirin dîwaran datîne.

Çavkaniyekî hermî diyar kir ku artêşa Tirk a dagir ker nuqte û bargehên xwe yên li Girê Spî ava kirine asê dikin.

Çavkaniyê dazanîn ku artêşa Tirk li derora nuqteyên xwe dîwarên çêker datîne.

Bi vê yekê hewl dide Girê Spî mîna Iskenderonê ji xaka Sûrî qut bike.

Danîn dîwarê parçekirinê bi guhartina demografiya Girê Spî hat.

9’ê Cotmehê Dewleta Tirk a dagirker êrîşî bakur û rojhilatê sûrî kir û niha Girê Spî û Serê kaniyê ji aliyê çeteyên wê hatiye dagirkirin.

Bi hezaran şênî ji ber binpêkirinên çeteyan ji malên xwe koçber bûn.

Leave a Reply

Back to top button