Hefter: Em ê zincîrên li dora Terablusê bişkînin û ji destê terorîstan rizgar bikin

Fermandarê giştî yê Artêşa Wetenî ya Lîbî Mûşîr Xelîfe Hefter “Cenga dawî” ji bo rizgarkirina paytexta Lîbya Terablusê ragihand.
Fermandar Xelîfe Hefter di axaftineke bi riya telefizyonê operasyona “Cenga dawî” ji bo rizgakirina Terabulsa paytext ragihand.

Hefte got:

Em ê zincîrên li dora Terabusê bişkînin û em ê ji destê mîlîsên çekdar û komên terorîst rizgar bikin.

Her wiha Xelîfe Hefter hişyarî da leşkerên xwe ku di dema şer de qanûnên navdewletî yên mirovî binpê nekin.

Her wiha bang li kesên ku li dijî artêşa Wetenî şer dikin ku ji malên xwe dernekvin û ewlehiya xwe biparêzin.

ARTÊŞA WETENÎ GELEK DEBOYÊN ÇEKAN YÊN TIRKIYÊ Û QETERÎ LI TERABLUSÊ TEQANDINE

Ji aliyê xwe ve Emîd Xalid El-Mehcûb ragihand ku ji aliyê artêşa Wetenî ve gelek deboyên çekan yên Tirkiye û Qeterê hatin teqandin.

Xalid El-Mehcûb got çeteyên li Terabulsê ku li gor berjewendiyên dewleta Tirk tevdigerin ber têkçûnê ne.

Hêjayî gotinê ye ku ev çend meh in ku Artêşa Wetenî ya Lîbî operasyoneke leşkerî berfireh li dijî hikûmûta wîfaqê ya bi serkêşiya Serac dike.

Di çend rojên berê de jî Artêşa Wetenî çend herêm li derdora Terablusê kontirol kirin.

Leave a Reply

Back to top button