Bi dengê zarokên Efrînê strana ‘Perperîk’ ê hat amadekirin

Koma Zarokan a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê klîbeke nû bi navê ‘Perperîk’ derxist.

Koma kilîpê ji 30 zarokan pêk tê..

Awazên kilîpê ji aliyê Hunermend Ferhad Elûş hat çêkirin, Derhênera klîbê jî Ronahî Şêxo ye.

Ji 21`ê Adara 2022`an de dest bi amadekirina stran û klîbê hatiye kirin.

Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê, xebat hatibûn rawestandin.

Lê piştre di 14`ê Gulana 2023`an de amadekariyên klîbê dewam kirin û kişandina wê bi dawî bû.

Montaja wê jî di 1`ê Hezîranê de qediya.

Klîb li gundê Til Sosîn, navçeya Ehdas û Kampa Serdem ên kantona Şehbayê hatine kişandin.

Gotinên stranê li ser zarokan û têkiliya wan a bi xwezayê re ye.

Back to top button