Rêveberiya Îranê bi merasîmeke ku serokomar Îbrahîm Reîsî jî amade bû, danasîna yekemîn moşeka xwe ya hîpersonîk a balîstîk kir.
Li gorî televîzyona dewletê û ajansa Irnayê moşeka bi navê Fettah bi merasîmekê hate nasandin.
Serokomar Îbrahîm Reîsî û şefê Mûxafizên Şoreşê General Huseyîn Salamî û rayedarên leşkerî tevlî merasîma danasînê bûn.
Îranê îddîa kir ku menzîla vê moşekê 1400 kîlometre ye û beriya bigihêje hedefa xwe leza wê 13-15 katan qasî ‘leza deng’ e.
Îranê di meha Mijdarê de diyar kiribû wan ev moşek hilberandine.
Ev moşek dikarin rêka xwe biguherînin û ji ber vê jî destwerdana di van moşekan de zehmet e.
Heta niha li ser asta cîhanê tê zanîn ku tenê ev moşek di destê Amerîka, Çîn û Rûsyayê de hene.
Her dawî Koreya Bakur jî ragihand ku par wan ev cureya moşekê ceribandiye.