Li Belçîkayê rêjeya jinên di înşiatan de kar dikin ji sedî 23,6 zêde bûne

Em vê carê jî behsa pêşketinên jin di nava avakirin û sazkirina avahiyan de bikin.
Li gor daneyên Embuild ku federasyona înşaetê li Belçîkayê di nava pênc salan de rêjeya jinên karê avahiyê dikin ji sedî 23,6 zêde bû.

Ji sala 2017’an ta 2022’yan, rêjeya jinên karmend-peywirdar ji sedî 23,9 zêde bûye.

Jinên karkir ji sedî 20,8 zêde bûne, Zêdebûn bi tevahî ji sedî 23,6 e.

Bi vê rêjeyê avasazî dibe sektora duyem a ku jin herî zêde tê de dixebitin.

Ji sedî 36,3 anku ji sisêyan yekê xebatkarên sektora înşaetê û tesîsatê, jin in.

Jin ji bilî karên îdarî, teknîkî û zagonî, di warên bazarkirin û ragihandinê de jî dixebitin.

Back to top button