Li Mamreşo û Zapê 11 dagirker hatin kuştin

Li herêma Zap û Mamreşo ya Avaşînê, di encama berxwedana girîleyan a li dijî dagirkeran de, 11 dagirker hatin kuştin.

Li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ji duh êvarê ve, şerekî giran diqewime.

Di vî şerî de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Her wiha gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Merwan ê li herêma Zapê çalakiyek kir.

Gerîleyan di saet 05:40’î de û bi rêya bombeyên destan û ji nêz ve xwe berdan nava dagirkeran.

Li gorî agahiyan, di encama vê çalakiyê de, 6 dagirker hatine kuştin.

Back to top button