QSD: Nûçeyên ‘DAIŞ li girtîgeha Hesekê tevlihevî derxistin’ ne rast in

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, agahiyên têkildarî tevliheviyên nû ya çeteyên DAIŞ’ê li girtîgeha Hesekê derewandin û diyar kir ku tevgera ewlehiyê ya li derdora girtîgehê di çarçoveya tedbîrên pêwîst ên ji bo sererastkirina girtîgehê de tê.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî têkildarî nûçeyên ku dibêjin çeteyên DAIŞ’ê li girtîgeha Hesekê tevlihevî derxistine, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Raporên rojnamevaniyê ku dibêjin DAIŞ’ê li girtîgeha Hesekê tevliheviyeke nû derxistine, ne rast in, belavûna hêzên ewlekariyê li derdora girtîgehê di çarçoveya tedbîrên pêwîst ên ji bo sererastkirina girtîgehê û restorekirina beşên wê de tê.”

Back to top button