Xwaringehên Reqayê xwarinê didin 950 malbatên xîzan û sêwiyan

Bi piştgiriya şêniyên Reqayê yên li hundir û derve, xwaringehên alîkariyê yên li Reqayê rojane xwarinê didin 950 malbatên xizan, hewcedar û sêwiyan.

Xwaringeha Ferdos di Remezanê de, rojên duşem û pêncşeman xwarinê dide 700 malbatan, ji wê zêdetir jî paketên xwarinê mehane dide û di mehên din de jî xwaringeh bi awayekî rojane xwarinê dide 350 malbatên sêwiyan û hewcedaran.

Derbarê mijarê de Gerînendeyê Xwaringeha Alîkariyê ya Ferdos Yasir El Delî ev tişt anî ziman :

“Berê Xwaringeha Alîkariyê ya Ferdos di dirêjahiya Remezanê de xwarinê dida, lê bi bilindbûna dolar li hember lîreya Sûriyeyê re xwarina îsal kêm bû

Di xwaringehê de 18 dilxwaz, ajokar û jimarker bê pere dixebitin.”

Li ser heman mijarê dilxwazê bi navê Mihemed El Hamid ê li Xwaringeha Alîkariyê ya Rimêle kar dike wiha got:

“Xwaringeh alîkariya 250 malbatên ji sêwî, xizan û hewcedaran dike û ger mîqdar zêde bû, li hin malbatên din jî xwarin tê belavkirin.

Piştgirên sereke yên xwaringehê ji şêniyên Reqayê yên dewlemend in û hîna desteka wan heta niha dewam dike.”

Back to top button