Komîteya Çand û Hunerê ya PKK Halîl Dag bi bîr anî

Îro salvegera 15’emîn a şehadeta Xelîl Dag e..
Xelîl Dag sala 2008’an di kemîneke artêşa Tirk de şehîd bû.
Ji bo bîranîna Xelîl Dag Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê daxwiyaniyek da û got:
Soz û erka me, domandina rêwîtiya Xelîl e..

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê di daxwiyaniya xwe de got:

“Xelîl bi enerjiyeke zêde û hezkirineke bêdawî, li bilindahiya çiyayan 13 salan kedeke bêhempa da.

Ew bû Xelîlê nivîskar, wênekêş, sînemager, Xelîlê şoreşger, gerîla, hevrêyê Rêber APO; Xelîlê Çiya; Dostê çiyayan.

Heval Xelîl, jiyaneke layiqî navê xwe derbas kir. ”

Komîteyê da zanîn ku Xelîl di hemû kêliyên şer, çalakî, serkeftinê de amade bû..

Di rêwîtî, şevbuhêrk, dîlan û stranên gerîlayan de jî amade bû.

Bi her awayî bû Xelîlê Çiyayî; wisa dikarîbû sînemayeke çiyayî çêbike.

Tevî hemû rewşên giran û ‘bêderfet’ dikarîbû karên dîrokî biafirîne.

Komîteyê tekez kir ku soz û erka me, domandina rêwîtiya wî ye; rêwîtiya ber bi çiyayan, Rêper Apo û azadiyê ve.

Rêwîtiya ber bi sînemaya xweser, xwecih, çeleng û azad ve.

Back to top button