Ji zêdetirî 2 salan ve, tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî yên li Îmraliyê nehatine wergirtin.
Tevî ku parêzger û malbatên girtiyan 445 daxwaznameyên serlêdanê pêşkêş kirin..
Hiqûqnasê sûriyeyî û dozgerê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Mihemed Hebîb li dijî vê yekê bertek nîşan da û got:
Tecrîd hilweşandina peymanên navneteweyî ye..”
Mihemed Hebîb diyar kir ku Dewleta Tirk a dagirker peymanên navneteweyî binpê dike û got:
“Dewleta Tirk a dagirker qanûna mafê hêviyê ya ku azadiya piştî 70 salî dide girtiyan, îmze kir.
Lê ew îro mafên mirovan û pîvanên navneteweyî binpê dike.”
Hebîb diyar kir ku di qanûnên Neteweyên Yekbûyî (NY) de mafên girtiyên siyasî heye û wiha pê de çû:
“Rêber Ocalan rêberekî siyasî ye..
Li gel wî projeyeke siyasî heye û xwedî mafên di qanûnên NY′yê de ye.”