Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Kerkûkê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK’ê bi çalakiyekê her sê şoreşger ên Kurd bi bîr anî.
Çalakiya bîranînê li Hola Lubnanî ya Kerkûkê pêk hat.
Tevî siyasetmedar û endamên rexistinên jinan, ji şeniyên Kerkûkê jî girseyeke qelabalix beşdar bû.
Endama Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê Necîbe Omer di çalakiyê de axivî û girîngiya têkoşîn û xebata jinên şoreşger ên di nav civakê de destnîşan kir.
Omer anî ziman ku Sakîne Cansiz bû pêşenga jinên Kurd, deriyekî azadiyê vekir û ew ê xwedî li têkoşîna wê derbikevin.
Endama Rêveberiya RJAK’ê Dilvan Mecîd jî diyar kir ku hersê jinên têkoşer bi destê dewleta Tirk hatin kuştin û heta niha berpirsyarên wan nehatiya darizandin.
Çalakî bi xwendina nivîsên Sakîne Cansiz bi dawî bû.