Şahoz Hesen: divê hemû aliyên kurdî ji bo yekîtiyê bicivin

PYD di civîna xwe ya salane de careke din girîngiya yekîtiya netewî destnîşan kir.
Hevserokê PYD’yê Şahoz Hesen bang li tevahî aliyên Kurdî kir ku li dora maseya diyalogê bicivin û yekîtiya xwe ava bikin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Şahoz Hesen, di civîna salane ya partiya xwe de careke din bal kişand ser girîngiya yekîtiya netewî.

Şahoz Hesen diyar kir ku divê em li ser sê xalên diyarker yên weke berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker, parastina destkeftiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û xebata dîtina çareseriya doza Kurd li Sûriyê li hev bikin.

Şahoz Hesen li dijî êrîşên dagirkeriyê bal kişand ser girîngiya yekîtiya netewî û got,

“Em bang li tevahî aliyên Kurdî dikin ku ji bo diyalogê li dora maseyekê bicivin û ji bo nexşeyekê destnîşan bikin yekparebûna xwe çêkin.”

Her wiha Şahoz Hesen da xuyakirin ku ew amade ne ku bi tevahî aliyan re bikevin nav diyalogê û doza çareseriya aloziya Sûriyê nîqaş dikin.

Leave a Reply

Back to top button