Bêrîvan Xalid: divê Rûsya û Emerîka li dijî êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê sûrî dewam dikin.
Tevî topbaranê li ser herêmê bê navber balafir digerin û li dijî sivîlan êrîşan pêk tînin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku li hemberî sûcên şer yên dewleta tirk û çeteyên wê helwesteke ciddî nîşan bidin.

Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Tevî êrîşan, Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD li gorî lihevkirinên agirbestê tevdigerin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk sivîl bi darê zorê tên koçberkirin û tevî vê yekê kuştin û revandinên li herêmê jî dewam dikin.

Bêrîvan Xalid weha got:

“Ev êrîş piştrast dikin ku dewleta Tirk plan dike ku li Sûriyê hin herêmên din jî dagir bike. Bi van êrîşan dixwaze careke din wan çeteyên ku QSD’ê ew tine kirin, zindî bikin.”

Bêrîvan Xalid bibîrxist ku piştî ragihandina agirbestê li Bakur û Rojhiatê Sûriyê ya bi misogeriya Rûsyayê navçeya Eyn Îsayê hate hedefgirin û wiha domand:

“Divê dewleta Rûsya ya garantor, Amerîka û civaka navnetewî erkên xwe bi cih bînin û li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ku dighêjin asta sûcên şer, helwesteke cidî nîşan bidin.”

Leave a Reply

Back to top button