Tirkiyeyê gefên xwe li dijî Bakurê Sûrî dubare kir

Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî nû kirin.
Rayedarên dewleta Tirk diyar kirin ku divê li Bakûrê Sûrî di bin navê “herêma ewle” de êrîşên wan yên dagirkeriyê dewam bike.

Berdevekê serokatiya dewleta Tirk Îbrahîm Kalin ku bi nûnerê Emerîkayê yê Sûriyeyê Jeams Jeffrey re rûnişt, gefên xwe yê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dubare kir.

Civîn li Qesra Dolmabahçe ya Stenbolê pêk hat û her du aliyan di bin navê “herêma ewle” de berdewamkirina dagirkirina xakên Bakûrê Sûriyê niqaşkirin.

Li gorî ku hat ragihandin bi hinceta vegera penaberên Sûrî ji bo herêmên xwe, herdu aliyan li ser berdewamkirin avakirina herêma bi navê “ewle” li hev kirin.

Her wiha aliyên navborî ji bo Komîteya Destûrî ya Sûrî jî destnîşan kirin ku divê civaka navdewletî zêdetir piştgiriyê bide.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 9’ê Cotmeha sala borî bi behaneya avakirina herêmeke ewle, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dest bi êrîşên dijwar kirin.

Di van êrîşan de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn û bi sedhezaran şeniyên resen yên herêmê bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn

Dewleta Tirk piştî dagirkerkirina Serê Kaniyê û Girê Spî niha jî di bin navê herêmên ewle de li van herêman çeteyên xwe bi cîh dike.

Leave a Reply

Back to top button