Meclisa malbatên şehîdan a Tebqayê bi merasîmekê şehadeta Newres El-hemed eşkere kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi merasîmekê şehadeta şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Newres El-Hemed ragihand.

Şehadeta Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Newres El-Hemed, bi nasnav Newres Tebqa ku di 28’ê Cotmehê de li Serê Kaniyê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hate eşkere kirin.

Di merasîmê de tevî endamên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Meclisa Sivîl a Tebqayê û endamên Meclisa Malbatên şehîdan girseyeke qelabalix amade bû.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mûsa Osman axivî û got,

“Şehîdan ji me re jiyana bi rûmet afirandin. Weke semboleke lehengî û fedayetiyê wê hert im di bîra me de bin.”

Endama Komîteya Têkiliyan a Rêveberiya Jin a Tebqayê Necma El-Ebd jî diyar kir ku bi fedakariya şehîdan em welatê xwe diparêzin û jiyaneke azad û bi rûmet ava dikin.

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Ebdulrezaq nasnameya şehîd radestî malbata wî kir.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button