PERVÎN BULDAN: EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE QEYÛMAN BIŞÎNIN ENQERÊ

Li Bakurê Kurdistanê xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinan dewam dikin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li pêşberî bi hezaran kesan axivî û got ew ê qeyûman bişînin Enqerê.

Pervîn, bal kişand ser polîtîkaya qeyûm û wiha got:

“Qeyûm li her derê vîna gel xesp kiriye.

Şaredarên bi vîna we hatin hilbijartin ji kar girtin.

Li her derê çand, nirx û rûmeta gel jê birin.

Bi destûra xwedê em dê wan bişînin Enqereyê.

Em li vir soz didin we, em dê di 31’ê Adarê de hişmendiya AKP’ê bişkînin.

Tayib Beg di pêvajoya çareseriyê de zêde pesnê Ehmedê Xanî da.

Lê piştî pêvajo xera kir, cihê Ehmedê Xanî ji dilê xwe derxistin.

Erdogan di sînevîzyonan de kuştina mislimanan nîşan dide û dengan kom dike.

Em dê bi rêya aştî û biratiyê dawî li vê ferasetê bînin.”

Pervîn bal kişand ser berxwedana li dijî tecrîdê jî û got:

“Ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin divê hûn daxwaza wan pêk bînin.

Ji bo daxwazên me pêk bên û têkevin meriyetê em dê bi hevre di 31’ê Adarê de bersîve bidin.”

Leave a Reply

Back to top button