Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihaşt Waşingtonê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro bi awayekî fermî serdana paytexta Amerîkayê Waşingtonê kir.

Kazimî ji aliyê rêveberiya Amerîkayê hatibû vexwendin û duh tevî şandeyeke ji hikumeta Bexdayê berê xwe da Amerîkayê.

Kazimî wê bi serokê Amerîkayê Donald Turmp û rayedarên Amerîkî re bicive û der bare têkiliyên herdu welatan û hevkariya di gelek qadan de nîqaş bike.

Tê gotin, Mistefa Kazimî wê behsa têkiliyên dualî û qonaxa sêyemîn a diyalogên stratejîk di navbera herdu welatan de bike.

Back to top button