Hûnermend Seîd Yûsiv di salvegera 4’an a wefata xwe de hate bibîranîn

Hunermend Seîd Yûsiv di salvegera wefata xwe ya 4’an de li Qamişlo hate bibîranîn
Malbata hunermendê Kurd ê nemir Seîd Yûsiv, salvegera 4’an a wefata wî bi bîr anî.

Di merasîmê de hunermend, siyasetmedar, nivîskar, helbestvan, rêxistinên civaka sivîl û girseya gel beşdar bûn.

Merasîm li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar ket. Di merasîmê de keça hunermendê nemir Şepal Yûsiv bixêrhatina beşdaran kir û spasiya wan kir.

Şepal Yûsiv soza domandina rêya hunerî û çandî ya bavê xwe da.

Rêveberê Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyeyê Qadir Egîd li ser jiyana hunermendê nemir Seîd Yûsiv û berhemên wî yên muzîkê axivî û banga girîngîdayîna berhemên wî kir.

Piştre sînevîzyonek li ser axaftinên malbata hunermendê nemir der barê jiyana wî ya hunerî de hat pêşandan.

Di dawiya merasîmê de hunermendên Kurd stranên hunermendê nemir pêşkêş kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Seîd Yûsiv di 26’ê Sibata 2020’an de koça dawî kir. Ew di 1947’an de li Qamişlo ji dayik bûye û zêdetirî 25 xelatên hûnerî girtiye û weke Mîrê Biziqê tê nasîn

Back to top button