Parlamentoya Hungaryayê endamtiya Swêdê ya NATO’yê erê ki

Li parlamentoya Hungaryayê ji bo endamtiya Swêdê ya NATO’yê dengdan hat kirin.
Ji bo endamtiya Swêdê ya NATO’yê 188 parlementeran dengê “erê” dan, 6 parlementeran jî dengê “na” dan.
Bi vî awayî Parlamentoya Hungaryayê endamtiya Swêdê ya NATO’yê pejirand.
Swêd bû endamê NATO’yê ya 32’yemîn.

Finlandiya û Swêd piştî şerê Rûsya û Ukraynayê serlêdana endamtiya NATO’yê kiribûn.

Lê ji ber Tirkiyê û Hungaryayê erê nekir pêvajo dirêj kir.

Bi hewldan û zextên welatên endam Tirkiyê endamtiya wan erê kir.

Piştî erêkirina Enqerê, Waşîngtonê çira kesk ji bo firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyê vêxist.

Heman rengî ji bo endamtiya NATO’yê li parlamentoya Hungaryayê dengdan hat kirin.

Di parlamentoyê de 188 parlamenter dengê erê dan û 6 parlamenter jî dengê na dan.

Di encama dengdanê de Swêd jî bu yek ji endamên NATO’yê.

Kristersson: Ji bo Swêdê rojekê dîrokî ye

Piştî biryarê Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson daxuyaniyek da.

Kristersson di daxuyaniyê de wiha got:

“Îro ji bo Swêdê rojekê dîrokî ye.

Em amede ne berpirsyartiya xwe yê ji NATO’yê pêk bînin.”

Stoltenberg: Beşdarbûna swêd me bi hêz û ewle bike

Li aliyê din Sekreterê Gitşî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî daxuyaniyek da û got:

“Biryara parlamentoya Hungaryayê bi kêfxweşî pêşwazî dikim.

Beşdarbûna Swêd ji NATO’yê dê me bi hêz û ewle bike.”

Ji ber hin aloziyên di navbera Hungarya û Swêdê de pêvajo dirêj bû û aliyê Hungaryayê şert danî.

Li gor vê şertê Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ji bo dengdan were kirin serdana Budapeştê bike.

Kristersson di 23’yê Sibatê de li paytext Budapeştê bi hevtayê xwe yê Hungar Viktor Orban re endamtiya NATO’yê gotûbêj kiribû.

Endamtiya Swêdê ya ji bo NATO’yê

Back to top button