Dewleta Tirk 5 hezar û 700 xwendekar ji perwerdeyê bêpar hiştine

Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a navçeya Zirganê Silêman Salih da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk 5 hezar û 772 xwendekar ji mafên perwerdeyê bêpar hiştine. Silêman Salih bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo xwendekaran li war û dibistanên xwe vegerin, kar bikin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ziyaneke mezin li qada perwerdeyê kiriye.

Ji wan derveran jî, gundên navçeya Zirganê ye.

Li wir bi hezaran xwendekar ji mafên perwerdeyê bêpar man.

Ji ber topbarana dewleta Tirk, ziyanên mezin gihiştin dibistanan û gelek dibistan veguherandin baregehên leşkerî.

Ji ber van êrîşan, dibistan heta demeke dirêj hatin girtin, hin dibistan heta niha girtî ne ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ne, hin din jî nêzî eniyên şer in.

Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a navçeya Zirganê Silêman Salih ragihand ku par jimara xwendekaran li navçeyê û gundên wê 8 hezar û 561′ bû, lê niha daketiye 2 hezar û 789’an, yên din jî koç bûne.

Rêveberiya dibistanên navçeya Zirganê: Ji 81 dibistanî, 40 jê ji xizmetê derketine

Silêman Salih da zanîn ku par hejmara dibistanan 81 bûn, îsal ji ber ku dagirker nêzî navçeyê bûne, tenê 41 dibistan hatin vekirin û got:

Li gorî Salih, 29 dibistan di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, 11 jî nêzî eniyên şer in.

Salih anî ziman ku dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe alavên gelek dibistanan dizîne û dibistan Dawidiyê jî bûye bargehên leşkerî, her wiha gelek dibistanên din ji ber ziyanên topbaranê ji xizmetê derketine.

Rêveberiya dibistanên navçeya Zirganê: Ji bo vegera xwendekaran li dibistanan, divê civaka navnetewî kar bike

Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a navçeya Zirganê Silêman Salih bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku êrişên Tirkiyê rawestîne û ji bo rizgarkirina herêmê û vegera koçber û xwendekaran li war û dibistanên xwe kar bikin.

Back to top button