Siyasetmedarên Kobanê: ENKS’ê nûnertiya dijminê Kurdan dike

Siyasetmedarên Kobanê nerazîbûn nîşanî daxwaza ENKS’ê ya rakirina perwedeya kurdî dan û anî ziman ku ENKS’ê nûnertiya dijminên Kurdan û planên wan ên tunekirina çanda Kurdî dike. Mamosteyên Helebê jî diyar kir ku zimanê wan tine be ew jî tine ne.

ENKS’ê, li şûna perwerdeya bi zimanê dayîkê, daxwaza vegerandina branşên hikumeta Şamê kir.

Li hemberî vê daxwazê, nerazîbûnên gelêrî û civakî yên li herêmê derketin pêş.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûrî mat mane û dipirsin ziman daxwazek bingehîn a partiyên Kurd bû, çima niha jê digerin?

Siyasetmedar û girtiyê berê di girtîgehên hikumeta Şamê de Osman Elî Osê anî ziman ku daxwaza ENKS’ê şermeke mezin der heqê Kurdaytiyê de ye, divê zimanê xwe biparêzin da xwe bi rêxistin bikin.

Siyasetmedar Osman Îsmaîl Remadan jî diyar kir ku ev daxwaza ENKS’ê nûnertiya dijminên Kurdan û planên wan ên tunekirina çanda Kurdî dike û got:

“Divê ENKS’ê ji hembêza dijmin derkeve û piştgiriya birayên xwe yên Kurd bikin û çareseriya tekane yekîtî ye.”

Mamosteyên Helebê: Zimanê me tune be, em jî tune ne

Her wiha mamosteyên zimanê Kurdî yên Helebê jî destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê hemû gelan e.

Back to top button