Ayşe Acar Başaran: Hikumeta Tirk jî êrîşî pergala hevserokatiyê dike

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku daxwaza ENKS’ê ya rakirina perwerdeya bi zimanê Kurdî û pergala hevserokatiyê weke siyaseta ku hikumeta Tirk li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê dimeşîne ye, lewra di vê qonaxê de yekitî pêdiviyeke girîng e.

ENKS’ê di civînên yekîtiya neteweyî de, xwest ku perwerdeya bi zimanê Kurdî û pergala hevserokatiyê di Rêveberiya Xweser de bê rakirin.

Ev daxwaz bûn sedema bertekên partiyên demokratîk ên li parçeyên din ên Kurdistanê.

Tevger û rêxistinên jinan ên Kurdistanê dibînin ku daxwaza betalkirina pergala hevserokatiyê, tê wateya bidawîkirina rola jinan di rêveberiyê de.

Têkildarî mijarê, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ji ajansa nûçeya ya ANHA’yê re axivî.

Ayşe, daxwazên ENKS’ê bi armancên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê ve girêda û got:

Bi vê yekê ENKS’ê hewl dide pergala hevserokatiyê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, betal bike.

Ayşe Acar Başaran: Xebat û têkoşîna ji bo pêkanîna yekîtiya netewî pir girîng in

Ayşe destnîşan kir ku xebat û têkoşîna ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî di vê sedsalê de pir girîng in.

Ji ber li gorî Eyşe, di vê sedsalê de pergala li Rojhilata Navîn ji nû ve tê sazkirin, ji lew divê gelê Kurd bibe xwedî vîn û biryar.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê dibêje:

Armanca hêzên cîhanî ew e ku Kurd dijminahiya hev bikin, ji ber vê ew hewl didin nakokiyan zêdetir bikin û şerê birakujiyê di nava Kurdan de derxin.

Ayşe Acar Başaran bang li hemû hêz û partiyên Kurdistanê kir ku ji bin bandora hikumetan û dewletên dagirker derkevin û yekîtiya neteweyî ji xwe re bikin derd.

Back to top button