Îbrahîm Bîlmez: Tirkiye neçar e li gorî rapora Konseya Ewropayê tev bigere

Parêzerê Rêber Ocalan yê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku divê Tirkiye li gorî rapora Konseya Ewropayê tev bigere û tecrîda li ser Rêber Ocalan rake. Li gorî Bîlmez, eger Tirkiye li gorî qanûnan tev negere, wê derxistina wê ji pergala Konseya Ewropayê bibe rojevê.

Beriya niha Komîteya Herdemî ya Meclisa Parlemeterên Konseya Ewropayê raporek der barê tecrîda li ser Rêber Ocalan bi par ve kir.

Konseya Ewropayê piştî rapora CPT, wan jî bendek li rapora xwe zêdekir û diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan rabe û bikaribe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike.

Parêzerê Rêber Ocalan yê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez
der barê vê yekê de axivî.

Bîlmez ev gava Komîteya Herdemî ya Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê girîng dît û got:

“Girîng e ku xalekî wiha li rapora Konseya Ewropayê hatiye zêdekirin. Ev yek delîlê ku êdî Ewropa jî nema dikare çavên xwe ji binpêkirinên Tirkiyê bigire.

Ev yek dide nîşandan ku rapora CPT’ê jî hatiye şopandin û êdî tecrîd li Ewropayê tê nîqaşkirin.”

Parêzerê Rêber Ocalan, ev rapor ji bo Tirkiyê jî girîng dît, ji ber Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û hemû peymanên wê ji bo Tirkiyê derbasdar in.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Tirkiye neçar e ku li gorî rapora Konseya Ewropayê tev bigere, eger wisa neke, wê Tirkiyê ji Konseyê derxin.

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve, bi muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re ti hevdîtin nekiriye.

Back to top button