7 Qurbaniyên erdhejê derbasî Kobanê hatin kirin û veşartin

Cenazeyên 7 kesên ji Kobanê ku di erdheja Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû, duh êvarê li Kobanê hatin veşartin.

Cenazeyên 7 ferdên heman malbatê duh êvarê gihaştin Kobanê û li gundên Xizênê û Xelomer hatin veşartin.

Endamên malbatê di erdheja roja duşemê de, li herêma Keferdiz a girêdayî Dîlokê jiyana xwe ji dest dabû.

Her wiha navên qurbaniyan wiha ne:

  • Şare Şêx Mihemed a 60 salî, ji gundê Xelomer.
  • Leyla Ehmed Misto ya 30 salî ji gundê Tormanê ye.
  • Viyan Salih Ebdî ya 5 salî, Xezale Salih Ebdî ya 7 salî, Diyar Salih Ebdî yê 8 salî.
  • Nesrîn Ismet Ebdî ya 19 salî ji gundê Xelomer û Seîd Mihemed Seîd yê 13 salî ji gundê Xizênê ye.

Ev malbat koçberên dema êrişa Daiş’ê ne ku li wê derê dixebitîn û niştecih bûbûn.

Tê gotin hîne gelek malbatên ji Kobanê li cihê erdhejê hene.

Back to top button