Mexdûrên erhejê yên Sûriyê hewcedarî alîkariyên mirovî ne

Ji ber erdheja ku li bakurê Kurdistanê pêk hat, li Sûriyê niha bi hezaran kes bê cih û war mane û alîkariya navdewletî ku pê re tê kirin, gelekî lewaz e. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê, banga vekirina deriyên sînorî kir.

Erdheja ku Bakurê Kurdistanê pêk hat, bandoreke mezin li gelek herêmên Sûriyê jî kir.

Herêmên Sûriyê yên weke Hema, Idlib, lazqiyê, tartûs û Helebê herî zêde ji erdhejê, bandor bûne.

Her wiha bandoreke mezin li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê û herêma Efrîna dagirkirî jî bûye.

Navçeya Cindrêsê ya Efrînê hema bêje bi erdê re bûye yek û wêran bûye.

Li van deveran bi hezaran kes li kolanan bê cih û war mane û alîkariya wan nayê kirin. Hîna gelek kes jî ji bin xirbeyan nehatiyen derxisitin.

Di asta navdewletî de jî berevajî Tirkiyê, alîkariyeke pir kêm ji bo Sûriyê tê şandin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş, duh ragihandibû ku ew amade ne alîkariyên mirovî bidin tevahî qurbaniyên li Sûriyê.

Rêveberiya Xweser alîkarî ji bo Bakurê Sûrî şand

Têkildarî mijarê Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamê şaneya krîzê Ciwan Mele Îbrahîm ragihand ku Rêveberiya Xweser kamyonek alîkariyên mirovî amade kiriye û niha li deriyê Um Cilûd ê Minbicê, li hember herêma Cerablusê li benda erêkirina derbasbûnê ye.

Çiya Kurd: Divê deriyên sînorî ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî werin vekirin

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî hevdîtineke li gel nûnerê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Nicholas Granger ya bi riya Zoomê pêk anî.

Çiya Kurd got ku divê deriyên sînorî, nemaze deriyê Til Koçer, ji bo derbaskirina alîkariyan ji herêmên erdhejê re, bên vekirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî beriya du rojan li ser mijarê daxuyanî dabû.

QSD`ê diyar kir ku ji bo bandorên erdhejê yên li Sûriyeyê derbas bikin, ew amade ne alîkariyê bidin.

Back to top button