Li Derayê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê hatin hedefgirtin

Li gundewarê parêzgeha Derayê, kesên nenas êrîşî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, kesên nenas êrişî nuqteyên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê li bajarê Senemîn ê bakurê Derayê de kir.

Li Dera û başûrê Sûriyê hewldanên kuştinê, zêdetir bûne.

Ji Hezîrana 2019’an, di nav de 16 zarok û 12 jin 606 kes û 270 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyan topbaran kir

Li parêzgeha Idilbê jî, ji duh ve hêzên hikumetê deverên El- Fitêra, KenSefrê û Sifohin û deverên din yên li gundewarê başûrê Idilbê topbaran kirin.

Her weha balafirên şer yên Rûsyayê êrîşî eniya Kebanê yê li Cebel El-Ekrad a li gundewarê Laziqiyê kir.

Back to top button