Hîşam El-Haşimî ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.

Duh li rojhilatê Bexdayê pisporê karûbarên ewlehiyê Hîşam El-Haşimî ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.

Çekdaran li herêma Zeyûnayê bi 2 motorsikletan, li pêşiya mala Hîşam El-Haşimî gule lê reşand.

Di encamê de birîndar bû, piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Heta niha ti aliyan, kuştina El-Haşimî negirtiye ser xwe, lê hin çavkanî dibêjin ku berî kuştina wî, perbirsekî komên Iraqî yên girêdayî Iranê, gef lê xwaribû.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî, soza girtina kujerên Haşimî da.

Hîşam El-Haşimî, yek ji pispor û şîrovekarên navneteweyî bû. Gelek lêkolînên wî der barê DAIŞ’ê de hebûn.

Back to top button