Hevalên 4 ciwanên Êzidî banga edaletê kirin

Hevalên dibistanê yên 4 ciwanên Êzidî ku dadgeha Mûsilê derbarê wan de biryara darvekirinê daye, bang li hikûmetê kir ku biryara darvekirinê betal bike.

Xwendekarên hevalên 4 ciwanên Êzidî li navenda Şengalê kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Xwendekaran biryara darvekirinê ya dadgeha Mûsilê a derbarê 4 hevalên wan de şermezar kir.

Hat diyarkirin ku 4 ciwanên Êzidî di aliyê zanist û çandê de şagirtên serkeftî ne û ew bê sûc in.

Xwendekaran bang li hikûmet û saziyên mafên mirovan kirin ku li ser vê mijarê bisekinin û biryara darvekirinê betal bikin.

Back to top button