Li Urdinê civîna pêncalî hate li darxistin

Li paytexta Urdinê Emanê bi beşdariya wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê, Urdinê, Erebistana Siûdî, Iraq û Misir civîneke pêncalî hat lidarxistin. Piştî civînê Wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Safadî destnîşan kir pêwîstiya Suriyê bi pêvajoyeke siyasî ya bi rêveberiya Ereban heye.

Li paytexta Urdinê Emanê bi beşdariya wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê, Urdinê, Erebistana Siûdî, Iraq û Misir civîneke pêncalî hat lidarxistin.

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê: Civîn ji bo çareserkirina kirîza siyasî a Sûrîyê ye

Piştî civînê, wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Safadî di civîneke çapemeniyê de aixîv û got: “Civîn ji bo çareserkirina kirîza siyasî ya Sûriyê ye, ev civîn wek destpêka pêvajoyeke siyasî ya bi rêveberiya Ereban e.

Ji bo bi hev re nexşerêya çareserkirina kirîza Sûriyê deynîn, me li hev kir ku komîteyekê ji pisporên hemû dewletên beşdar ava bikin.”

Ji bo vegera Sûriye li Komkara Ereban di civînê de tu biryar nehat dayîn El Safadî di vî warî de got:

“Mijara vegerê, girêdayî dewletên Ereban e û dê di komkarê de li gorî mekanîzmeyên wê ev mijar zelal bibe.”

Aloziya Sûrî-Wezîrên Derve yên Siûdiye, Misir, Iraq, Urdin û Sûriye li Emanê dicivin

Back to top button