Aloziya Sûrî-Wezîrên Derve yên Siûdiye, Misir, Iraq, Urdin û Sûriye li Emanê dicivin

Sibe Duşemê li paytexta Urdin Emanê, wezîrên derve yên Siûdiye, Misir, Iraq, Urdin û Sûriyê, ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûrî re, dicivin.

Wezareta karên derve ya Urdinê ev yek bi daxuyaniyekê ragihand û diyar kir ku ev civîn, dewamiya civîna şêwirî ya li Cedayê ye.

14’ê Nîsanê Meclîsa Hevkariya Kendava Erebî, tevî Urdin, Iraq û Misirê, ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyê û egera beşdariya wê di civîna Komkara Erebî ya bê de, civîyabû.

Serokê Îranê roja 5’ê Gulanê serdana Şamê dike

Ji aliyekî din ve hat ragihandin ku serokê Îranê Ibrahîm Reyîsî, roja Çarşema bê, dê serdana Şamê bike.

Balyozê Îran li Sûriyê; Hisên Ekberî ji ajansa Îran ya Îranî re û got:

“Serdana Reysî bo Şamê ku dê 2 rojan dewam bike, ne tenê ji bo Tehran û Şamê, lê belê ji bo gelek welatan pir girîng e.”

Back to top button