Jimara kesên ji ber vîrûsê mirîn gihişt 2 hezar û 592

Vîrûsa Corona ku li Çînê derketî bi lez belav dibû û rojane jimareya qurbaniyên xwe zêde dike.

Welatên Ewrpoyê ku ji ber vîrûsê li nav hev ketine, jimareya qurbaniyên li Îranê jî zêde dibe.

Heta niha 12 kes ji ber vîrûsê mirine û herî dawî vîrûs li Iraqê jî hate dîtin.

Mirina ji ber vîrûsa Corona ku li cihanê belav bûye zêde dibe.

Komisyona Tenduristiyê ya Çînê ragihand ku di nava rojekê de 150 kesên jin ji ber vîrûsê mirine.

Heta niha ev cara yekê ye lî welêt, jimareke zêde ya qurbaniyan bi vî rengî çêdibe.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî diyar kir ku li gorî hatî piştrastkirin, heta niha vîrûs derbasî 77 hezar û 150 kesî bûye.

li Başûrê kore vîrûs tên dîtin

Yek ji welatên ku vîrûs lê belav bûyî koreya Başûre.

Hate ragihandin ku 161 kesên din bi vîrûsê ketine.

Koreya Başûr ku 7 kes ji ber vîrûsê li mirîne, bi vî awayî jimara kesên vîrûs derbasî wan bûyî jî gihişt 763’an.

Welatên Ewropa ji ber vîrûsê dinalin

Welatên Ewropa jî ji ber vîrûsê dinalin.

Welatê herî zêde ji vîrûsê ditirse û ketine rewşa awerte Îtalyaye.

Li zêdeyî 150 kesan vîrûs hatiye dîtin.

Lî bakurê welêl herêmên Mîlanoyê rêyên ketin û derketinê hatine girtin.

Tê gotin, vîrûs cara yekê ji zilamekî temenê xwe 38 salî belav bûye.

Her wiha li Venedîkê jî dibistan, zanîngeh û cihên dîrokî hatin girtin.

Heta niha li Îtalya ji ber vîrûsê 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Belavbûna vîrûsa li Îranê jî hişt tirkiye deriyên sînor yên rojhilatê welêt bigre.

Li Îranê 12 kes ji ber vîrûsê mirin

Tê gotin, li Îranê heta niha vîrûs li 61 kesan hatiye dîtin.

Heta niha ji ber vîrûsê jî 12 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Muxalefeta Îranê jî deshilatê bi veşartina daneyên rast tewanbar dike.

Herî dawî îdiayên ku vîrûs li Iraqê belav bûye jî hate ragihandin.

Ji vê yekê zêdetir, Îro corona şaxê xwe berda Kiwêt, Behrên û Efxanistanê jî.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî ji ber lezbûna belavbûna vîrûsê ya li cihanê hişyarî da.

Back to top button