Dewleta Tirk li mebatayê mêtingeheke nû ava dike

Kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî didomin.
Bi armaca guhertina demografiya Efrîn çi ji dest dewleta Tirk û çeteyan tê, dikin.
LI Mebatayê amadekariyên avakirina mêtingeheke nû tê kirin.

Ji roja ku Efrîn warê zeytûnê hate dagirkirin û heta niha kirinên bi armanca guhertina demografiya wê ne-sekinîne.

Birîna daran, avakirina mêtingehan û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna welatiyên resen û ji wê zêdetir kolandina cihên dîrokî kiryarên rojane ne.

Ev kiryar li ber çavên tevahî Cîhanê tê kirin, lê kes deng ji xwe nayne.

Herî dawî Efrîn POST ragihand ku desthilata Tirkiyê dest bi avakirina mêtingeheke nû dike.

Efrîn POST diyar kir ku ev mêtingeh li navçeya Mebatayê bi desteka çeteyên Sultan Şah tê avakirin.

Erdê ku wê mêtingeh lê were avakirin 4,25 hektar erd e û berî niha 150 kon lê hatibûn vedan.

Niha li şûna wan konan, dê mêtingehek nû were avakirin.

Firotina malên welatiyên Efrînî dewame

Li aliyê din jî firotina malên Efrîniyan jî didome.

Kesê bi navê Bîlal Berazî yê ji Hemayê ye û ji aliyê çeteyan ve li Efîrn hatiye bicihkirin mala welatiyê bi navê Mihemed Ebû Nûrî firot.

Ebû Nûrî ji gundê Karo yê navçeya Bilbilê ye û mala wî ya taxa Mehmûdiyê bi 2 hezar dolarî hate firotin.

Her wiha kesek ji Xutaya Şamê jî, mala welatiyê bi navê Mihemed Zekî Hemîd ya li taxa Eşrefiyê bi hezar û 500 dolarî firot.

Back to top button