Li dijî erebeyeke çeteyên dewleta tirk a dagirker yên li gundekî Efrînê teqînek pêk hat.
Di encama teqîna erebeyê de hinek çete hatin kuştin û hejmarek birîndar bû.
Malpera Çalakavanên Efrînê ragihand ku erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Ehrar el-Şam li gundê Eblayê hat teqandin.
Li gorî agahiyan, di encama teqîna erebeyê de çeteyin hatin kuştin û hinek birîndar bûn.
Heta niha ti hêzan teqîn ne girtiye ser xwe.